nûçe

Vinícius Junior mir an fezayîyan revand?

Di van rojên dawî de li ser Vinícius Junior, stêrê Brezîlyayî yê Real Madridê, teoriyeke pir ecêb li ser medyaya civakî belav dibe.

Li gorî vê teoriyê, Vinícius Junior piştî Kupaya Cîhanê winda bûye û Real Madrid ji şûna wî futbolîstekî din anîye. Hin kes ji bo piştgirîkirina vê îdîayê li ser wêneyên kevn û nû yên Vinícius disekinin û dibêjin ku di dîmena wî de hin guhertin hene.

Lê ev îdîa li vir nesekinî. Di hin guhertoyên vê çîrokê de tê gotin ku Vinícius di dema Kupaya Cîhanê de ji aliyê fezayiyan ve hatiye revandin û kesekî din ji şûna wî hatiye danîn.

Çîroka fezayiyan jî bi gotinên falbêj û medyuma Brezîyayî Vó Bahiana ve tê girêdan. Di dema Kupaya Cîhanê de wî îdîa kiribû ku fezayî dikarin futbolîstan û temaşevanan ji stadyûmekê birevin. Di nav van gotinan de navê Vinícius Junior jî derketîbû pêş .

Piştî vê yekê, hin bikarhênerên medyaya civakî îdîayên kevn bi rewşa Vinícius ya dawiyê ve girêdan û teoriyeke nû ava kirin: gelo futbolîstê ku îro bi cilên Real Madridê dileyîze, bi rastî jî Vinícius Junior e?

Heta niha tu belgeyek rast û pêbawer tunene ku nîşan bidin Vinícius hatiye revandin an jî kesekî din li şûna wî dilîze. Real Madridê jî derbarê vê teoriyê de tu daxuyaniyeke ku îdîayê piştrast bike nedaye.

Lê dîsa jî em dikarin bibjêjin ku Vinícius Junior sax e.

PARVEBIKE