“Divê spor bikeve xizmeta miletê xwe”
Zinarê Xamo: Amedspor dikare bibe Barselona ya Kurdan
Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Zinarê Xamo bû mêvanê Cilo TV youtubeê. Di roportajê de Xamo li ser Amedsporê, nasnameya neteweyî û rola sporê di civaka Kurdî de axivî.
Zinarê Xamo got ku spor dikare ji bo miletê Kurd ji bilî şahiyê, bibe qadeke xurtkirina nasnameya neteweyî. Li gorî wî, divê rewşenbîr, zanayên Kurd û kesên ku bi nasnameya Kurdî ve girêdayî ne, piştgiriyê bidin Amedsporê.
Xamo diyar kir ku Amedspor dikare ji bo Kurdan roleke mîna Barselonayê li Katalonyayê bilîze. Wî got ku Katalonan futbolê ji bo parastina nasname, ziman û hestên neteweyî yên xwe bi kar anîne û Kurd jî dikarin ji vê ezmûnê sûdê werbigirin.
Zinarê Xamo diyar kir ku hin kes futbolê wek “afyon” dibînin û bawer dikin ku futbol bala civakê ji pirsgirêkên bingehîn dûr dixe. Lê li gorî wî, pirsgirêk ne di futbolê bixwe de ye, lê di awayê bikaranîna wê de ye.
Wî got:
«“Gelek kes futbolê wek afyonê bi nav dikin. Lê îro maneya futbolê û sînemayê ji bo neteweyan heman wateyê dide.”»
Li gorî Xamo, heke spor bi zanîn û bi rêxistin bê rêvebirin, dikare bibe amûrek ji bo xurtkirina nasnameya neteweyî û naskirina civaka Kurdî li ser asta navneteweyî.
Zinarê Xamo di dawiyê de bang li rewşenbîr û zanayên Kurd kir ku bala xwe bidin qada sporê û piştgiriyê bidin Amedsporê, da ku ev tîm bikare ji bo nasname û civaka Kurdî roleke mezintir bilîze.
Temamîya roportaja Zinarê Xamo bi Cilo TV re li ser kanala YouTube ya Cilo TV heye.
