Ji Kirmanşahê ber bi Las Vegasê!
Firşad Girdkane ji bo şampiyoniya cîhanê li benda piştgiriyê ye
Werzişkarê Kurd Firşad Girdkane, ku di salên dawî de li ser axa Ewropayê gelek caran bûye şampîyon, niha ber bi şampîyoniya cîhanê ve dimeşe. Lê ji bo ku bigihîje Şampiyoniya Cîhanê ya IBJJF No-Gi li Las Vegasê, ew hewceyê piştgiriya sponsoran e.

Ferşad Girdkane, werzişkarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku niha li Belçîkayê dijî, di nav werzişkarên Kurd ên li qada navneteweyî serkeftinên girîng bi dest xistine de cihê xwe girtiye.
Li gorî navnîşa fermî ya IBJJF, Ferşad dê di Şampiyoniya Cîhanê ya Jiu-Jitsu No-Gi ya sala 2026an de beşdar bibe. Ev pêşbirka mezin dê di navbera 10 û 12ê Kanûna Paşîn de li Las Vegasê were lidarxistin. Navê Firşad di navnîşa fermî ya pêşbirkê de, di kategoriya Master 1 – Heavy de, wek werzişkarê Brussels Brazilian Jiu-Jitsu Academy hatiye qeyd kirin.
Navê vî di asta herî bilinde!
Ferşad tenê bi beşdarbûna xwe di vê şampiyoniyê de nehat nasîn.
Di sala 2025an de ew di Şampiyoniya Ewropayê ya IBJJF de li Lîzbonê di kategoriya 94 kîloyan de bû şampiyon. Di heman salê de, di Şampiyoniya Ewropayê ya No-Gi de jî bû şampiyon. Navê wî di arşîva fermî ya IBJJF de wek şampiyonê Ewropayê yê 2025an tê qeyd kirin.
Di Nîsana 2026an de jî Ferşad li Brukselê di pêşbirkê navneteweyî ya NAGA de di kategoriya No-Gi Expert, 90–99,9 kîlo de kembera şampiyoniyê bi dest xist. Di fînalê de vî, Patrick Meisgeierê ji Almanyayê 5-0 têk bir.

Ev serkeftin ne tenê ji ber madalyayan girîng in. Ferşad ji pîtî hemû serkeftinên xwe de ala Kurdistanê hildaye û serkeftinên xwe bi Kurdistanê re kiriye dîyarî û nav û ala Kurdistanê di asta herî bilind de derxistiye pêş.
Piştî serkeftina xwe ya NAGAyê, wî got ku ev serkeftin ji bo wî demek taybet e û xelata xwe diyarî gelê Kurdistanê û şehîdên Kurdistanê kiriye.
Dibe Şampîyon lê Astengiyên mezin lê pêşiya vî hene!
Pirsek girîng heye: werzişkarê ku Kurdistanê li qada navneteweyî temsîl dike, dê çawa bigihîje pêşbirkên herî mezin ên cîhanê?
Jiu-jitsu, mîna gelek werzişên din ên ferdî, tenê bi zîrekahiya werzişkar nayê meşandin. Di hemû cihanê de li pişt hemû werzîşwanan de federasyonên neteweyî yên werzîşî hene, lê Ferşad ( fershad gerdankenah) bi tena serê xwe ye!
Ji ber vê yekê, di werzişê de hebûna federasyon û pergala piştgiriya welatî dikare ji bo werzişkaran girîng be. Lê ji bo werzişkarekî Kurd ku li qada navneteweyî bi navê xwe û bi nasnameya Kurdî derdikeve pêş, rewş hêsan nîne.
Ji bo wî, wek werzişkarekî Kurd ku Kurdistanê wek nasnameya xwe ya neteweyî derdixe pêş, piştgiriya sponsoran pêwîste……

