Ferşad Girdkane Bû Qehremanê Ewropayê: Medalya Zêrîn Diyariyê Kurdistanê Kir!
Werzişvanê navdar ê Kurd ê Jiu-Jitsuyê Ferşad Girdkane (Farshad Gardakaneh), di Kategoriya Super Giran (97.5 kg) de hemû reqîbên xwe têk birin û bû Qehremanê Ewropayê. Girdkane piştî vê serkeftina mezin, hestên xwe yên neteweyî anîn ziman û ev medalyaya zêrîn diyarî milletê Kurd û Kurdistanê kir.
Şampiyoniya Ewropayê ya IBJJF European No-Gi 2026 di navbera 27-29ê Cotmeha 2026an de li bajarê Roma yê Îtalyayê, li salona navdar a Palapellicone hat lidarxistin. Lehengê Kurd ê ku bi eslê xwe ji bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û niha li Belçîkayê dijî, di kategoriya ” Master 1 / Male / Super-Heavy” de derket ser mindere.

Reqîbên Hatî Têkbirin Û Rêya Ber Bi Kembera Zêrîn Ve
Ferşad Girdkane di vê turnûvaya navneteweyî ya dijwar de bi teknîkên xwe yên bilind û fîzîka xwe ya xurt bal kişand. Girdkane di rêya şampiyoniyê de reqîbên pir xurt ên Ewropî mîna Jiri Luksik û werzişvanên din ên xwedî ezmûn bi serkeftî têk birin û bê rawestan ber bi madalyaya zêrîn ve meşiya. Girdkane bi vê serkeftina li Romayê, serkeftinên xwe yên berê yên mîna NAGA International û şampiyoniyên Lîzbonê careke din taze kir.
Girdkane piştî ku li ser piyan medalyaya zêrîn stend û alaya Kurdistanê li Ewropayê da bilindkir, daxuyaniyeke dilsoz da û sekna xwe ya Kurdistani wisa anî ziman:
“Ez vê serkeftina xwe ya mezin seranser diyarî hemû gelê Kurd ê serbilind, malbatên şehîdan û axa pîroz a Kurdistanê dikim. Armanca min her tim ew e ku ez wekî werzişvanekî Kurd nav û rûmeta miletê xwe di qada navneteweyî de bilind bikim.”
Hedefa Paşerojê: Şampiyoniya Cîhanê Ya IBJJF No-Gi 2026
Lehengê Kurd piştî vê serkeftina mezin a li Îtalyayê hîna bêhn nedaye û dest bi amadekariyên pêşbirka xwe ya nû kiriye. Mûsabakaya wî ya herî nêz û herî girîng, Şampiyoniya Cîhanê ya IBJJF No-Gi Jiu-Jitsu 2026 (World No-Gi) ye ku dê di 10ê Kanûna 2026an de dest pê bike. Ferşad Girdkane dixwaze li wir jî li ser navê Kurdistanê rûbû rû bibe û careke din ala Kurdistanê li ser asta cîhanê bide hildan.
