nûçe

Dîsa Çekdar Orhan!

Şanlıurfasporê di Koma Spî ya Lîga 2’emîn de bi performanseke bêkêmasî Ispartaspor 4-0 têk bir. Di maçê de stêrkê herî geş , lîstikvanê kurd Çekdar Orhan bû

Urfaspor a ku di hefteyên dawî de serkeftinan li pey hev distîne, li mala xwe Ispartaspor mêvan kir. Urfasporê di dirêjahiya 90 xulekan de serdestiyeke tam nîşan da û bi encama zelal a 4-0, sê pûanên zêrîn standin.

Çekdar Orhan dîsa di rojên xwe yên geş de ye

Ji roja ku ji Amedsporê derbasî Şanlıurfasporê bûye, Çekdar Orhan di her maçê de bandora xwe zêdetir dike. Di maça li hemberî Ispartasporê de jî bi golek û asîstekê bû mîmarê sereke yê vê serkeftina mezin. Çekdar di van rojên dawî de bi afirîneriya xwe ya li navenda qadê, dîsa balê dikişîne li ser xwe.

Urfaspor bi 18 pûnan rêza 6’emîn de ye

Bi vê serkeftina dawî re, Şanlıurfasporê pûanên xwe derxistin 18’an û di Koma Spî ya Lîga 2’emîn de di rêza 6’emîn de cih girt. Tîma şîn û zer niha tenê 4 pûanan li paş lîderê lîgê ye û ji bo hilkişîna lîga jorîn (Lîga 1’emîn) wek namzetekî pir xurt balê dikişîne.

PARVEBIKE