Amedspor Donzdeh sal beriya Niha Îro Bû ‘AMEDSPOR A KURD AN!’
Bi guhertina nav û rengên xwe, Amedspor bû sembola nasnameya Kurdî. 12 sal piştî wê biryarê, dîroka klûbê hîn jî bi serkeftin, zext, ceza û êrîşan ve girêdayî ye.
Îro, 28’ê Cotmeha 2026’an, 12 sal derbazbûn ku ‘Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor’ê bi biryara kongreyê navê xwe guherand û bû Amedspor.

Di 28’ê Cotmeha 2014’an de, di kongreyeke awarte de, endamên klûbê bi yekdengî biryar dan ku navê klûbê bibe Amedspor û rengên wê yên kesk û sor bibin kesk, zer û sor. Ev biryar ji bo klûbê tenê guhertina nav û rengî nebû; di heman demê de destpêka qonaxeke nû di têkiliya klûbê û gelê Kurd de bû.
Piştî vê guhertinê, Amedspor ji bo gelek Kurdan wateyeke ku ji sînorên futbolê wêdetir bû bi dest xist. Navê Amedê û rengên kesk, zer û sor, ku rengên neteweyîne , bûn sedema ku gelek kes klûbê wekî beşek ji nasnameya xwe bibînin.
Ji wê rojê ve, gelek alîgirên Amedsporê ne tenê ji bo encamên lîstikê, lê ji bo nav, reng û sembola klûbê jî li pişt wê disekin in.
Guhertina navî û destpêka êrîşan
Lê ev biryar bêbertek nehat pêşwazîkirin. Di Çileya 2015’an de, Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Amedsporê 10 hezar lîre ceza kir. Sedema ku federasyonê ragihand, ew bû ku nav û logoya nû hîn bi awayê fermî di qeyda federasyonê de nehatibûn pejirandin.
Rêveberiya klûbê li hember vê biryarê nerazîbûna xwe nîşan da û got ku guhertina nav û rengan ji aliyê Daîreya Komelên Diyarbakirê ve hatibû pejirandin. Di heman demê de, li ser navê Amedê û rengên nû yên klûbê di hin derdorên neteweperest de jî bertekên tund derketin.
Piştî vê pêvajoyê, ji bo ku klûb di qeyda federasyonê de karibe xebatên xwe bidomîne, navê wê bû Amed Sportif Faaliyetler. Lê ji bo alîgirên wê, navê Amedsporê wekî nasnameyekê berdewam kir.
Ceza, êrîş qedexekirin!
Di salên piştî guhertina navî de, Amedspor gelek caran rastî cezayên disiplinê, qedexekirina piştgiriyê û bûyerên tundiyê hat.

Di Sibata 2016’an de, piştî maça Amedsporê li hember Başakşehirê, ji ber slogan û pankartên ku di nava wan de peyama “Bila Zarok nemirin, werin maçê” (Çocuklar ölmesin, maça gelsin) jî hebû, klûb ji aliyê Lijneya Disîplîna Futbolê ya Profesyonel (PFDK) vehate cezakirin.

Di 24’ê Nîsana 2016’an de, piştî maça Ankaragücü û Amedsporê, pênc rêveberên Amedsporê rastî êrîşê hatin. Li gorî ragihandina bianetê, di vê bûyerê de sê rêveber birîndar bûn û pozên wan şikestin; yekî din jî bi lêdanê rastî tevliheviya mejî hat.

Bêhtir zext, bêhtir xwedîderketin!
Her çiqas klûb rastî zext, ceza û êrîşan hatibe, xwedîderketina gelek alîgirên Kurd li ser wê jî zêdetir bûye. Ev têkiliya di navbera zextê û xwedîderketinê de, yek ji aliyên balkêş ên dîroka Amedsporê ye.
Ji bo gelek Kurdan, Amedspor êdî tenê tîmeke futbolê nîne; ew bûye cihê ku hestên xwedîderketinê, nasnameya Kurdî û hêviya serkeftinê li hev dicivin.
12 sal piştî guhertina navî: Dîrok hîn berdewam e
Di 28’ê Cotmeha 2014’an de, biryara guhertina navê klûbê bi yekdengî hate dayîn. Lê wateya wê biryarê bi salan re mezintir bû. Amedspor bû sembola neteweyî ya qada werzîşê!
Dîroka wê, di heman demê de, dîroka serkeftinên werzîşî û ya nakokiyan, cezayan û êrîşên ku klûb, lîstikvan û alîgirên wê rastî wan hatine, ye.
Amedspor ji bo gelek Kurdan bêtirî navê tîmekê ye: ew sembola xwedîderketinê ye. Û ev xwedîderketin, tevî hemû zext û nakokiyan, roj bi roj geştir dibe…
12 saliya Amedsporê Pîroz be..
