Lîstikvanên Amedsporê di tîmên neteweyî de çi kirin?
Şeş lîstikvanên Amedsporê di vê navbera lîgê de ji bo tîmên neteweyî yên welatên xwe hatin vexwendin. Di maçên vê qonaxê de Dellova û Raveloson bi 90 deqîqeyan lîstin, Krasniqi jî di her sê maçan de cih girt.
Amedspor di vê navbera lîgê de şeş lîstikvanên xwe ji bo tîmên neteweyî şandin. Lîstikvanên Amedsporê ji bo Kosova, Madagaskar, Komor, Peravên Fîl (Fîldiş Sahîl) û Gîne di maçên tîmên neteweyî de cih girtin.
Dellova bi 270 deqîqeyan

Lumbardh Dellova ji bo Kosova di her sê maçên vê qonaxê de ji destpêkê ve lîst.
Dellova li hember Îrlandayê, Avusturyayê û Îsraîlê her sê caran 90 deqîqe lîst û bi tevahî 270 deqîqe li qadê ma.
Krasniqi di her sê maçan de lîst

Ermal Krasniqi jî bi tîmê neteweyî yê Kosovayê re di her sê maçan de cih girt.
Krasniqi li hember Îrlandayê 17 deqîqe, li hember Avusturyayê 45 deqîqe û li hember Îsraîlê 90 deqîqe lîst.
Bi vî awayî, Krasniqi di vê qonaxê de 153 deqîqe li meydanê ma. Di maça dijî İrlandayê di deqiqeya 83yan bi asîstekê alîkariya tîma xwe kir.
Raveloson du caran 90 deqîqe

Rayan Raveloson ji bo Madagaskarê di her du maçan de di 11-a destpêkê de cih girt.
Raveloson di maçên li hember Nîjerya û Tanzanyayê de 90 deqîqe lîst û bi tevahî 180 deqîqe li meydanê ma.
Lîstikvanê navenda Amedsporê di van du maçan de gol û asist nekir.
Lutin tenê 23 deqîqe!
Rayan Lutin, ku ji bo Komorê dileyze, di vê navberê de tenê di yek maçê de lîst.
Lutin di maçê li hember Kamerûnê de 23 deqîqe lîst. Di maça din de li ser kursiyê ma.
Lafont û Cissé neketin lîstikê
Dergehvanê (golparêz) Amedsporê Alban Lafont ji bo Peravên Fîl (Fîldiş Sahîlê) hat vexwendin. Lê di her du maçên tîmê neteweyî de neket lîstikê û li ser kursiyê ma.
Amadou Cissé jî ji bo Gîneyê hat vexwendin. Cissé di her du maçên Gîneyê de li meydanê cih negirt.
606 deqîqe ji bo şeş lîstikvanan
Bi tevahî, şeş lîstikvanên Amedsporê di vê navbera tîmên neteweyî de 626 deqîqe li qadê man.
Ji wan, Dellova, Raveloson û Krasniqi herî zêde cih girtin û bi hev re zêdetir ji 600 deqîqeyan lîstin.
Niha Amedspor ji bo vegerîna maçên lîgê amadekariyê dike. Tîmê Amedsporê di vê navberê de ji bo amadekariyê maçeke dostane jî li hember Alanyasporê dike.
