Nesaxiya Lumbardh Dellova: Dema vegera wî hîn ne diyar e.
Amedsporê ragihand ku dermankirina Lumbardh Dellova dest pê kiriye. Rewşa tenduristiya bergirî yê Kosowayî piştî maça Gençlerbirliği tê şopandin.
Lumbardh Dellova di maça Amedsporê ya li hemberî Gençlerbirliği de, ku bi encama 2-2 qediya, di deqeya 84’an de nesax bû û neçar ma ku ji lîstikê derkeve. Piştî maça ku li Enqereyê hate lîstin, ew bi zehmetî dimeşiya û ev yek bû sedema fikarên derbarê rewşa wî ya pêşerojê.
Amedsporê di derbarê rewşa wî de daxuyaniyek parvekir. Klûbê ragihand ‘ jo bo ku Dellova di demeke herî kurt de vegere qada fûtbolê, dest bi dermankirina wî kirîne.’ Di daxuyaniyê agahiyên berfireh ne hatin parvekirin.
Li gorî hin nûçeyên çapemeniyê, nesaxiya wî dikare bibe sedema çend hefteyan ji qada futbolê dûr mayînê.. Lê heta niha, klûbê bi awayekî fermî cureya nesaxî û dema vegera wî eşkere nekiriye. Ji ber vê yekê, ne mimkûn e ku bê gotin ew dê dîsa kengî bilîze.
Dellova yek ji lîstikvanên girîng ên xeta bergirî ya Amedsporê ye. Niha, hemû çav li encama kontrolên bijîşkî û pêşveçûna dermankirina wî ne. Hêviya klûb û alîgirên Amedsporê ew e ku ew di demeke herî kurt de baş bibe û vegere qada futbolê.
Nîşe: Dema vegera Dellova hîn bi awayekî fermî nehatîye ragihandin.
