Lîga Şampîyonan: Barcelona îşev li Stenbolê ye
Îşev, 13ê Cotmeha 2026an, maçên duyemîn a qonaxa lîgê ya Şampiyonan dê bi 9 maçan bidom e. Di nav maçên balkêş ên îşev de Galatasaray–Barcelona, Arsenal–Lille, Atlético Madrid–Manchester United û Bayern München li hember Viking hene.
Galatasaray dê li Stadyûma RAMS Parkê mêvandariya Barcelonayê bike. Barcelonaya ku di maça xwe ya yekem a vê pêşbirkê de Feyenoordê bi 5–1ê têk bir, dê li hember Galatasarayê jî ji bo encameke bi pir golî derkeve qadê . Lê Galatasaray jî piştî têkçûna 3–1ê li hember Sporting CP, dê hewl bide ku li pêş alîgirên xwe encameke baş bistîne.
Di maçek din a girîng de Arsenal dê li hember Lille bilîze. Arsenal di maça xwe ya yekem de Napoli bi 1–0ê têk biribû û dê li mala xwe li pey serkeftina duyemîn bigere.
Atlético Madrid û Manchester United jî dê di yek ji maçên herî balkêş ên şevê de li hember hev derkevin.
Bernameya maçên îşev (saeta Ewropa):
18:45 — Lens – Sporting CP
18:45 — Sabah – Slavia Prague
21:00 — Arsenal – Lille
21:00 — Atlético Madrid – Manchester United
21:00 — Inter – Club Brugge
21:00 — Galatasaray – Barcelona
21:00 — RB Leipzig – PSV Eindhoven
21:00 — Viking FK – Bayern München
21:00 — Villarreal – Napoli
