Îro di rojeva sporê ya cîhanê de çi heye?
Messi ji tîma neteweyî ya Arjantînê veqetiya, Arteta peymana xwe bi Arsenalê dirêj dike û Manchester City jî dîsa rû bi rû sûçdarkirinekî girîng e.
Lionel Messi di tîma neteweyî ya Arjantînê de piştî 21 salan teqavêt bû, xatirê xwe li tîma xwe xwest.
Stêrê 39 salî di kariyera xwe de derket maça/yarîya dawî li hember Benînê. Arjantîn bi encama 3-0 serketî derket û Messi di vêyarîyê de de golek avêt û du jî asîst kirin.
Li Stadyuma Monumental a Buenos Airesê zêdetirî 85 hezar fûtbolhez ji bo dîtina jûbileya Messi hatin cem hev.
Messi di tîma neteweyî ve 208 caran derketiye qadê û 126 gol ji bo tîma xwe Arjantînê avêtîn e.. Ew niha jî di dîroka tîma neteweyî ya Arjantînê de kesê herî zêde gol avêtî ye.
Piştî yarîyê sitêrkê fûtbola cîhanê , Cristiano Ronaldo jî peyameke rêzgirtinê ji bo Messi şand. Du stêrên mezin ên futbolê ku salan li hember hev pêşbazî kirine, dîsa bûn mijara sereke ya medyaya sporê.
Arteta heta sala 2030 li Arsenalê
Li Îngilîstanê, Mikel Arteta jî di nav mijarên sereke de ye.
Rêberê Arsenalê peymana xwe bi klûbê heta Xİzîrana 2030an dirêj kir.
Mikel Arteta ji sala 2019an ve Arsenalê rahênerîyê dike û di van salên dawî de klûb dîsa kir yek ji tîmên herî hêzdar ên Premier League.
Bi peymana nû re, Arteta dê di demeke dirêjtir de projeya xwe ya bi Arsenalê re bidomîne.
Manchester City rû bi rû qeyranek aborî ye!
Li Manchesterê jî çav li ser Manchester City ye.
Klûb piştî biryara dawî ya li ser binpêkirina hin rêgezên darayî yên Premier League, dîsa di nav mijarên sereke de ye. Manchester City biryarê qebûl nake û li dijî wê îtiraz kiriye.
Lîstika City ya li hember Liverpoolê jî ji ber van pêşketinan bala gelek kesan kişandiye û ji niha ve li ser wê gelek tê axaftin.
Cilo Tv-Cîhan
