nûçe

David Bates bû bav: Keçika wî li Amedê hate dinya yê!

Yarîzanê (futbolîst) Skotlandî yê Amedsporê, David Bates, bû bav. Bates, piştî ku Amedsporê vegughest (tarnsfer-kirin) bi malbata xwe re li Amedê cî bûye û li wir dijî; îro bû bav.

Jina Bates li nexweşxaneyek taybet a Amedê de keçikek anî dinyayê. Ji gorî agahiyên hatine bidestxistin, Malbata Bates, navê Eilly danîn li ser keçika xwe.

Ji Skotlandê heta Amedê

David Bates piştî ku veguhezî Amedsporê, bi malbata xwe re li Amedê bi cih bû. Niha jî keçika wî li vê bajarê ku ew ji bo futbolê lê dijî, ji dayik bû.

Ji ber vê yekê, ji bo malbata Bates, Amed êdî tenê cihê kar û jiyana futbolê nabe; dê bibe cihê ku keçika wan Eilly lê hatî dinya yê.

Em jî li ser navê Cilo TV’yê, ji malbata Bates pîroz dikin. Em ji Eilly re jiyaneke emir dirêj û bi kêfxweşî dixwazin. 💚❤️


PARVEBIKE