Fûtbolnûçe

Li Betlîsê Barana Golan: Bitlis spor 6-0 Silifkespor

Di lîstika qonaxa 2’min a Kupa Tirkiyeyê (Ziraat Türkiye Kupası) de tîma bajarê Bedlîsê, Bitlis Spor 1916, li sahaya xwe tîma 1964 Silifkesporê bi encameke zelal a 6-0 têk bir û derbasî qonaxa nû bû.
Ev pêşbirk di bin baraneke sivik de, li ‘Yarîgeha Eren a Betlîsê hat lîstin. Di lîstikê de tîma Bedlîsê di destpêka yarîyî gok kir li bin kontrola xwe û heta dawiyê bi bandor lîst..

Hûrgiliyên dema avêtina golan weha ne:

-Nîveka Yekem: Di xuleka 39an de Bitlis Sporê penaltiyek bi dest xist. Golavêjê (forvet) tîmê S. Ohawuchi çû li ser gogê (topê) û tîma xwe 1-0 xiste pêş. Nîveka yekem bi vê encamê dawî bû.

-Nîveka Duyem (Barana Golan): Di nîveka duyem de lîstikvanên Bedlîsê êrîşên xwe zêdetir kirin û li dû hev 5 golên din avêtin:
-Xuleka 48an: Ömer Faruk Gümüş (2-0)
-Xuleka 63an: Muhammet Arslantaş (3-0)
-Xuleka 71 û 78an: Enes İslam İlkin (Golek bi serê xwe, 5-0)
-Xuleka 88an: Habib Dedeoğlu (Gola dawîn a lîstikê, 6-0)

Bi vê encamê tîma bajarê Betlîsê, Btlis spor Derbazê qonaxeke din bû!

PARVEBIKE