Yira Sor vedigere!
Yira Sor vedigere!
Yarîzanê Amedsporê Yîra Sor, di yarîya li mala xwe a li dijî Trabzonsporê de seqet bibû û ji sedema vê seqetiyê 6 hefteyan ji fûtbolê dûr ketîbû. Hate zanîn ku dermankirina wî serkeftî encam daye û dê roja yekşemê bi tîmê re derkeve yarîya li dijî Gençlerbirliği yê.
Di nebûna Yira Sor de, Mohammed Xelîl ket şûna wî û derfeta ku ji wî re hat, baş bi kar anî. Xelîl di van hefteyan de performansek serkeftî û bi bandor nîşan da û îspat kir ku dikare ji bo Amedsporê lîstikvanekî girîng be.

Niha vegera Yira Sor dê di nav tîma Amedsporê de rekabetê zêdetir bike. Amedspor du vebijarkên xurt li ber xwe hene û her du lîstikvan jî dixwazin cihê xwe di tîmê de biparêzin.
Maça Gençlerbirliğî û Amedsporê roja Yekşemê dê ji bo talîgir û dildarên Amedsporê jî balkêş be. Yira Sor dê dîsa li sahayê be, lê Xelîl jî bi performansa xwe ya van hefteyan re mesajek zelal daye: “Ez jî ji bo yanzdehmîna bingehîn amade me.”
