Biranşên Dinnûçe

Şampîyonê Maratonê Kurd e!

Werzişvanê ji Bakurê Kurdistanê Recep Arslan, di Maratona Dresdenê ya Almanyayê de serkeftinek mezin bi dest xist û bû yekem. Wî pêşbirkê ya 42 kîlometre û 195 metreyan di 2 saet, 21 deqîqe û 15 çirkeyan de temam kir.

Maratona Dresdenê ya 26emîn di 25ê Cotmeha 2026an de li bajarê Dresdenê yê Almanyayê hate lidarxistin. Arslan di vê pêşbirkê de pêşbazên xwe li paş xwe hiştin û bi encameke balkêş gihîşt xeta dawiyê.

Sê serkeftinên mezin di sala 2026an de

Recep Arslan, ku ji bo klûba werzişê ya MTV 1846 Gießenê ya Almanyayê pêşbaziyê dike, di vê salê de gelek encamên serkeftî bi dest xistine.

Wî berê di Nîv-Maratona Hannoverê û Maratona Bonnê de jî pileya yekem bi dest xistibû. Bi serkeftina xwe ya li Dresdenê re, Arslan gihîşt serkeftina xwe ya sêyem a girîng a îsal û careke din jêhatîbûna xwe di pêşbirkên maratonan de nîşan da.

Arslan bi vê encamê re di nav werzişvanên ku di pêşbirkên maratonê de serkeftinên balkêş bi dest dixînin de cihê xwe xurtir kir.

Birayê wî Cumalî Arslan jî şampiyonê Îngilistanê ye

Serkeftinên werzişê yên malbata Arslan tenê bi Recep re sînordar namînin. Birayê wî, Cumalî Arslan jî di warê atletîzmê de serkeftinên girîng bi dest xistine.

Cumalî Arslan di navbera 3 û 5ê Tîrmeha 2026an de li bajarê Bedfordê yê Îngilistanê beşdarî Şampiyoniya Neteweyî ya Pîst û Qadê bû. Ew di vê pêşbirkê de ji bo tîma Leeds City ACê pêşbazî kir û di kategoriya meşa 3 hezar metreyî ya mêran de bû yekem.

Bi vê encamê, wî şampiyoniya neteweyî ya Îngilistanê ya sala 2026an bi serkeftinê qedand û yekem kupaya xwe ya şampiyoniya neteweyî li Brîtanyayê bi dest xist.

Cumalî berê jî di pêşbirkên meşa 10 kîlometreyî û 21 kîlometreyî de pileya duyem bi dest xistibû.

Her du bira, Recep û Cumalî Arslan, bi serkeftinên xwe yên werzişê li Almanya û Îngilistanê balê dikşînin ser jêhatîbûna werzişvanên Kurd li Ewropayê.

PARVEBIKE