FûtbolNIVÎSKAR

Mehmet Yeşil, tirsa şaşkirinê û maça Samsunspor’ê

Vê nûçeyê bibihîze
1/5

Piştî maça Konyasporê, rahênerê me Basnik Hasi, li ser lîstikvanê me Mehmet Yeşil gotinên balkêş anîn ziman. Rast e, Mehmet Yeşil di vê maçê de performansek gelekî baş nîşan da.

Lê, li gorî min, pirsgirêka herî girîng a Mehmet Yeşil tirs e!. Divê ew bi vê tirsa xwe re rû bi rû bibe û heke pêwîst be, ji aliyê rahênerê xwe ve piştgiriyeke taybet an jî ji aliyê psîkolojîk ve alîkariyê bistîne. Ji ber ku ez bawer dikim ku Besnik Hasi jî dikare di vê mijarê de alîkariya wî bike.

Carinan xuya dike ku ev tirs bandorê li ser biryarên wî yên di qada lîstikê de dike. Ev yek jî nîşan dide ku Mehmet Yeşil ne tenê ji aliyê teknîkî û taktîkî ve, lê ji aliyê derûnî ve jî hewceyê piştgiriyê ye.

Birêz Besnik Hasi, spas ji bo we, ku we, ev mijar anî ziman. Ev helweste dikare hem Mehmet Yeşil cesaret bike û hem jî derfetekê dide ku ew bi baweriyeke zêdetir bixebite, biafirîne.

Mehmet Yeşil welatiyê me ye, kurê me ye, yek ji lawên Kurdistanê ye. Ez dixwazim bibînim ku ew bi cesaret, bawerî û azadiya di lîstikê de, potansiyela xwe ya rastîn nîşan bide.

Pêşniyara min ji Mehmet Yeşil re ev e: bi tirsa xwe re rû bi rû bibe, ji şaşîkirinê netirse û bi bawerî bilîze. Ji ber ku şaşîtî beşek ji futbolê ye; lê tirs dikare pêşî li kapasîteya lîstikvanekî bigire.

Divê em jî guh bidin gotinên Basnik Hasi!

Ciwina Rojnamevaniyê ya di derbarê maça Samsunsporê de, Basnik Hasi gotineke balkêş anî bîra me. Besnik Hasi rewşa Samsunsporê bi mînaka ‘heywanekî birçî’ anî ziman.

Em baş dizanin; heywanekî birçî, dema ku nêçîra xwe dibîne, dikare bi hêzeke mezin û tundiyeke zêde êrîşê bike. Ez bawer dikim ji bo Amedsporê, di vê mînakê de peyameke girîng heye.

Di maça Samsunsporê de divê Amedspor xwe baş biparêze, bergiriya xwe xurt bigire, li hemberî êrîşên dijberî xwe rast bisekine û di demên rast de derfetên ku derbikevin, baş bikarbîn e.

Bila Samsunspor bi hêz û birçîbûna xwe were qada lîstikê; lê Amedspor divê bi hiş, sebr û cesaretê bersivê bide. Em neçar in ku bi rêya lîstikeke baş, rêxistinkirî û bi bawerî, derfetên golavêtinê biafirîn in.

Her bijî Amedspor!

Memet Basri ÇELİK

PARVEBIKE