nûçe

Stef Wils: “Di xulekên dawî de me serkeftin ji dest da”

Amedspor di pêşbirka xwe ya li hemberî Gençlerbirligiyê de bi encama 2-2 ji qadê, bi destxxistina yek xalê vegeriya mala xwe. Amedê di dxuleka dawî de gol xwar û derfeta ku bi sê xalan vegere malê ji dest da.

Stef Wils, alîkarê rahênerê Amedsporê, piştî maçê li ser performansa tîmê û encama pêşbirkê axivî. Ji ber cezayê Besnik Hasi, Wils di civîna çapemeniyê de bersiva pirsan da.

Wils diyar kir ku ji ber ku tîmê di saniyeyên dawî de serkeftin ji dest da, ew xemgîn in. Li gorî wî, Amedspor di nîva yekem de derfetên girîng hebûn û ger bikaribûya du an sê golan tomar bikira, dibe ku encama maçê cuda bûya.

Alîkarê rahênerê Amedsporê got ku tîm di destpêka nîvê duyem de, bi taybetî di 10-15 deqeyên yekem de, nikarîbû lîstika xwe ya xwestî nîşan bide. Lê piştre Amedspor dîsa kontrola lîstikê girtîbu destê xwe.

Wils her wiha li ser paşvekişîna tîmê piştî gola duyem a Amedsporê axivî. Wî got ku ew nafikire ku tîm piştî golê bi awayekî zêde paşve kişiyabe.

Alîkarê rahênerê Amedsporê destnîşan kir ku tîm dê şêwaza xwe ya êrîşkar bidomîne û hewl bide ku bi lîstika tîmî bigihîje serkeftinê.

Amedspor bi vê encamê yek xala din ji xalên xwe zêde kir, lê ji ber gola ku di deqeyên zêdekirî de xwar, derfeta ku her sê xalan bistîne winda kir.

PARVEBIKE