nûçe

Erbil Spor li Deplasmanê Berambere ma

Tîma fûtbolê ya Başûrê Kurdistanê Erbil SC di gera nehê ya Lîga Stêrkên Îraqê de, li hember Naft Maysan SC bi encama 1–1 ma û ji vê maçê xalek bi dest xist.

Erbil SC di deqeya 34an de bi pîyê Miullen gola yekem avêt û bi avantajê 1–0 ket nav bêhnvedana nîva yekem. Piştî vê golê, tîma Hewlêrê hewl da ku encamê biparêze û rê li ber êrîşên dijber bigire.

Di nîvê duyemîn de, Naft Maysan SC zexta xwe zêde kir û hewl da ku encamê wekhev bike. Maç ber bi dawiyê ve diçû û xuya bû ku Erbil SC dê bi sê xalan vegere, lê di kêliyên dawî de rewş hat guhertin.

Di deqeya 90+7an de, Naft Maysan SC ji penaltîyê gol avêt. Daouda Diémé top avête torê û encam kir 1–1. Bi vî awayî, tîma mazûvan di kêliyên dawî de xalek ji maçê stend û Erbil SC du xal winda kirin.

Erbî Spor, bi vê encamê hejmara xalên xwe kir 18 û di lîgê de rêza sêyem de cî girt.

PARVEBIKE