Cem ûstûndag: ‘Ez yarîzanekî bi eslê xwe Tirkim û li Amedê rastî pratîkên nijadperestî nehatîm e.’
Amedspor piştî encamên serkeftî yên di lîga sûper a Tîrkiyê de, bala medyaya ewropî zêdetir dikişîn e. Yarîzanê Amedsporê yê eslê xwe Tirk lê hemwelatîyê Avusturîya Cem Üstündağ, di hevpeyvîneke Sport1ê de bersiva gelek pirsan da ye.
Cem Üstündağ di hevpeyvînê de der barê nasnameya kurdî ya klûbê, êrîşên nijadperestane û hêza alîgiran axivî û got: ‘Ez yarîzanek bi eslê xwe tirkim û li Amedê rastî paratîkên nijatperestî nehatîm e.’
Di hevpeyvînê behsa yarîzanên navdar jî dike û dibij e : ‘Sané û Salah jî tenê bi avê xwarinê çêdikin!’
Yanî ew jî mirov in, ne efsane ne.
Di hevpeyvîna dirêj de Üstündağ behsa dilşadiya Diyarbekirê, mêvanperweriya xelkê û armancên Amedsporê jî dike.
Tevahiya Rôportajê:
SPORT1: Birêz Üstündağ, Amedspor piştî şeş lîstikan serokê Süper Ligê ye. we ev revş xeyal dikir?
Cem Üstündağ: Ger di destpêka demsalê de kesekî bigota em ê piştî şeş hefteyan lîder bin, kesê bawer nedikir. Min jî bawer nedikir.
SPORT1: We kengî xwe bawerkir ku ’em ê bikarin di vê lîgê de tiştekî bikin’ ?
Üstündağ: Destpêka lîgê de me encamek baş sitand. Yekem maça me li dijî Erzurumsporê bû û me maç 3-0 qezenckir. Paşê têkçûnek hat û dû re jî maça dijwar a li dijî Trabzonsporê, ku tê de stêrkên mezin ên wekî Mohamed Salah û Fabinho dilîzin. Piştî serkeftina 2:1 û performansa me ya di wê maçê da min got: ‘Baş e, em rastî dikarin.’
SPORT1: Sedema xurtbûna Amedsporê çîye?
Üstündağ: Bi taybetî alîgirên me. Alîgir ferqeke mezin çêdikin.
SPORT1: Piştî serkeftinên wekî ya li dijî Beşiktaşê di jûreya (odeya) cil û bergên de çi dibe?
Üstündağ: Bê guman rewş başe, dema ku hûn li dijî Beşiktaş, Trabzonspor an Başakşehir bi ser dikevin, coş û hêzek cûda derdikeve. Lê divê mirov bi her du lingan li ser erdê bimîne. Me li dijî klûbên mezin lîst û em bi ser ketin, lê mimkûne ev rewşe zû jî berevajî bibe. Em hêj di destpêka demsalê (lîgê) de ne. Mînak, kesî bawer nedikir ku em ê Başakşehirê bi 5:0 têk bibin. Başakşehir jixwe salan e ku di qada navneteweyî de dilîze, mînak di Conference Leagueê de.
SPORT1: Te berîya veguhestina (transfer) xwe, dîroka taybet a Amedsporê dizanî?
Üstündağ: Belê min klûb nasdikir. Ez ji Awistiriyayê me û xwe kurd nînim, lê gelek hevalên min ên kurd hene. Dema ku min bi hevalên xwe re li taxê an jî kolanan fûtbol dileyîst, wan jî kirasên Amedsporê li xwe dikirin. Dema ku ez havîna borî çûm Tirkiyeyê û li Kasımpaşayê, min dît ku Amedspor di lig a duyem de futboleke baş dilîze. Dema ku zivistana borî de pêşniyar hat, min careke din bi hûrgilî der barê klûbê de agahî berhev kirin. Mirov dikare Amedsporê ji aliyê kevneşopiyê ve bi klûbên mezin ên Tirkiyeyê yên wekî Galatasaray, Fenerbahçe, Beşiktaş an Trabzonspor re berawird bike. Dema ku hûn di Tirkiyeyê de dilîzin, hûn ji yên Ewrûpayê zêdetir jê agahdar dibin.
SPORT1: Amedspor ji bo gelek mirovan herwiha nasnameya kurdî jî temsîl dike. Hûn di jiyana rojane ya li dora lîstikan de vê wateya taybet çiqas hîs dikin?
Üstündağ: Klûb ji bo van mirovane xwedî wateyeke pir mezin e. Di vî bajarî de û bi giştî di vê herêma rojhilatê Tirkiyeyê de gelek mirov ji bo futbolê û ji bo klûbê dijîn. Ez bi xwe ferqeke mezin nabînim. Ez li vir tenê wekî yarîzanek Tirk futbolê dilîzim, bi awayekî normal tême pêşwazîkirin û heta niha tiştekî siyasî re rû bi rû nemam e.
SPORT1: Lê nûçeyên der barê êrîşên nijadperestane li dijî Amedsporê hene. We bi xwe tiştekî wiha dîtiye?
Üstündağ: Provokasyon her derê hene. Lê ev ne tenê li Amedsporê ye, li klûbên wekî Real Madrid jî heye. Heta niha min tiştekî xerab ê ku ji vê zêdetir be nedîtî ye.
SPORT1: Em dîsa vegerin aliyê sportîf: Gift Orban niha hema hema bi dilê xwe golan diavêj. Hevaltîya we ya di tîmê de çava ye?
Üstündağ: Gift ji bo me lîstikvanekî pir girîng e. Ez bawer im di pênc lîstikên dawîn de heft gol û yek jî asist kiriye. Ew ji aliyê fizîkî pir xurte û pêwistîya her tîmê forveteke wiha heye. Ew ne tenê lîstikvaneke ku di qutiya ceza de digere, li derveyê wê jî zîreke. Herwiha ew mirovekî pir baş e û şexsiyeteke pir baş heye. Ez pir dilxweş im ku ew di tîma me de ye.
SPORT1: Di Amedsporê de lîstikvanên xwedî tecrûbeya navneteweyî û sitêrk nîn in. Lê dîsa jî lîstikek serkeftî pêşkêş dike, sedema vê çîye?
Üstündağ: Di tîma me de stêrkên mezin nînin. Em ne wekî Trabzonsporê bi Mohamed Salah an Galatasarayê bi Leroy Sané re ne. Lê tîmek me heye ku birçî ye, gelek dixebite û gelek dixwaz e. Ez bawer im bi rastî ji ber vê ye ku em ewqas baş in.
SPORT1: Rola we ya kesane ji dema guhestina we ve çawa guheriye?
Üstündağ: Di sala borî de min hema hema her maçê ji destpêkê ve dilîst. Di vê salê de jî şensê min hebû, her du maçên pêşîn de ez di destpêka 11’min de bûm, piştî hingî ez wek yêdek mam . Ev di futbolê de normal e. Ya mihim ew e ku tîm bixebite. Ez sedî sed bawer im ku ez ê şansên xwe bistînim. Ev cara yekem nîne ku ez dilîzim, paşê nalîzim û dîsa tême bikaranîn. Ez bi vê re dikarim, ez ji hêla derûnî ve xurt im. Bê guman mirov dilxweş dibe dema ku her maçê bilîze û alîkariya tîmê bike. Lê niha tîm pir baş û ez ji ber vê pir dilxweş im.
‘Sané û Salah jî tenê bi avê xwarinê çêdikin’
SPORT1: Ji bo we çawa ye dema ku di Süper Ligê de nişkeve lîstikvanên ku mirov dibe ku tenê ji televizyonê de bibîne, li pêş we radiwestin?
Üstündağ: Ev tiştekî taybet e. Ez 25 salî me û du sale li Tirkiyê me . Berê min li Awistiriyayê dilîst. Li wir dijberên wiha mezin ne bûn. Niha mirov li dijî Mohamed Salah, Fabinho, Leroy Sané, Mason Greenwood an Romelu Lukaku dilîze. û bê guman herwiha li dijî Alexander Nübel. Dema ku lîstikvanên wiha li aliyê din radiwestin, motivasyoneke zêde çêdibe. Mirov di dawiyê de qadê digel wan parve dike. Lê di dawiya rojê de ew jî tenê bi avê xwarinê çêdikin.
SPORT1: Tu gava li dijî Leroy Sané dileyîzî çi hîs dikî ?
Üstündağ: Min berê jî li dijî wî lîstiye, wê demê hêj bi Kasımpaşayê. Leroy Sané ji bo Galatasarayê lîstikvanekî pir girîng e. Destpêka wî bêbawer e. Di sê-çar metreyên pêşîn de mirov kêm dikare wî rawestîne. Ev normal nîne. Wekî li Arjen Robben e. Hûn pir baş dizanin ku ew ber bi hundir ve dikişîne, lê dîsa jî nikarin pêşî lê bigirin.
SPORT1: Amedspor dikare di dawiya vê demsalê de çiqasî biçe pêş? Ma Ewrûpa jî armanceke rastî ye?
Üstündağ: Na, divê mirov bi her du lingan li ser erdê bimîn in . Me destpêkeke pir pir baş hebû, lê di futbolê de her tişt dikare ji rojekê bo rojeke din biguhere. Ji ber vê yekê divê em bi her du lingan li ser erdê bimînin û nefirrin. Ger em mînak Conference Leagueê bi dest bixin, ew ê bê guman sensasyonek be. Lê me hêj tenê şeş lîstik lîstine û hêj gelek li pêşiya me hene.
SPORT1: Ji bo Amedsporê dawiya salê de çîroka herî baş çi ye?
Üstündağ: Em dixwazin îsal bi qasî ku bikarin lîgê di rêzeke baş de biqedinin. Paşê dikarin sala pêş de binêrin ku em dikarin xwe hêj baştir bikin. Ev fikira min e: Îsal bi qasî ku dikarin baş biqedin, paşê kêmasiyan sererast bikin û paşê ber bi jor ve binêrin.
SPORT1: Hûn li Tirolê mezin bûne. Malbata we û hevalên we yên li wir, der barê maceraya we ya li Diyarbekirê de çi dibêjin?
Üstündağ: Dema ku pêşniyara Amedsporê hat, min rasterast bavê xwe telefon kir û jê pirsî ka vî bajêrî çawa dibîne. Ew berê jî çend caran çûbû wir, nêzîkî 20 sal berê . Wî ji min re got ku mirovên wir pir xweş û germ in û wî pêşniyar kir ku ez qebûl bikim. Bi rastî gotina bavê min bû. Mirov bi awayekî bêhempa mêvanperwer in.
SPORT1: Hûn Alîgiran dilşad dikin, di kolanan de bandorek çava li ser jiyana we çêdike ?
Üstündağ: Mînak, ez ji balafirgehê bi taksiyê çûm malê. Şofêrê taksiyê ez naskir im. Dema ku min xwest perê wî bidim, wî ji min re got: ‘Tenê wiha bidomînin. Hesaba te jixwe hatiye dayîn.’ Min jê re got ku ez nikarim vê qebûl bikim, ji ber ku ev mafê wî û pereyê ku wî bi xebata xwe qezenc kiriye . Li restoranên jî dibe ku hesab jixwe hatiye dayîn. Di Ewrûpayê de tiştên wiha nayên serê mirovan.
