nûçe

Çekdar Orhan piştî demeke dirêj tama golê seh kir!

Vê nûçeyê bibihîze
1/2

Urfasporê di hefteya 7’an a Lîga 2’yemîn de Hatayspor li qada xwe qebûl kir û 4-2 qezenc kir..

Yarîzanê kurd Çekdar Orhan di xuleka 29’an de gola yekemîn a tîma xwe avêt. Di demsala îsal de ev gol bu yekemîn gola çekdar Orhan.

Çekdar Orhan di hefteya 2’yan de jî asîstek kiribû. Di lîga 2’emîn, demsala 2026/27 de heta niha piştgiriya Çekdar Orhan ji bo 2 golan çêbû ye.

Urfasporê pûanên xwe derxistin 12’an û derket rêza 7’emîn.

Tîma zer û kesk, wê di 24’ê Cotmehê de li Stenbolê bibe mêvanê Arnavutköy Belediyesporê.

PARVEBIKE