nûçe

Samuel Ballet: “Amedspor ji bo gelê Kurd nîşaneya serbilindiyê ye”

Vê nûçeyê bibihîze
1/7

Ballet behsa coşa alîgirên Amedsporê, nasnameya Kurdî ya klûbê û girîngiya wê ji bo civaka Kurd dike. Ew dibêje ku atmosfera li Amedê ji atmosfera stadyûmên Tirkiyeyê cuda dibe.

Ballet, ku berê ji bo Winterthur, Young Boys û Zürichê lîstiye, di vê hevpeyvînê de got ku ravekirina tiştên ku niha li Amedsporê diqewimin ne hêsan e. Wî bal kişandiye ser coşa temaşevanan û eleqeya mezin a ku lîstikvan di jiyana rojane de dibînin.

Amedspor ji bo gelê Kurd tenê tîmeke futbolê nîne

Rojnameya Blick di hevpeyvîna xwe de li ser dîroka taybet a Amedsporê rawestiyaye û girêdana klûbê bi nasnameya Kurdî rave kiriye. Li gorî rojnameyê, Amedspor ji bo gelek Kurdan ji tîmeke futbolê wêdetir e; ew sembola nasname, dîrok û girêdana civakî ye.

rojnameya Blick ‘Di dîroka klûbê de astengî, nijadperestî û tundûtûjî jî cih digirin. Bikaranîna navê “Amed” û rengên kesk, sor û zer ên klûbê di salên borî de bûne mijara nîqaşan.’ Rojnameyê herwiha behsa stran û dirûşmeyên nijadperestî yên li dijî Amedsporê di hin maçên derveyî malê de jî kiriye.

Ballet jî dibêje ku niha girîngiya klûbê ji bo gelê Kurd û girêdana alîgiran baş fêmkirî ye.

“ di xwaringeh û kafeyan de pere ji min nagirin”

Ballet, bal kişandiye li ser mêvandariya gelê Amedê jî . Wî ji Blick re gotiye ku heta niha ne di xwaringehê de û ne jî di kafeyê de pere daye; tevî ku gelek ji wan kesan berê wî nas nedikirin.

“Ez di xwaringehekê an kafeyekê de heta niha qet neçar nebûme pere bidim. Tevî ku min ew kes berê nas nedikirin. Ew bi me re gelek diaxivin. Em serbilindiya wan in,”

Coşa Amedê ji asteke din e

Wî gotiye ku stadyûmên Tirkiyeyê bi gelemperî pir bi deng in, lê atmosfera li Amedê ji vê jî bilindtir e. Li gorî Ballet, tenê klûbên Stenbolê dikarin di vî warî de bi Amedsporê re pêşbaziyê bikin.

Ev atmosfera mezin di derveyî stadyûmê de jî berdewam dike. Ballet dibêje ku dema ji mala xwe derdikeve, alîgir wî radiwestînin û bi wî re diaxivin. Herwiha, ew rojane nêzî deh peyaman ji hezkiriyên Amedsporê yên li Swîsreyê û Almanyayê verdigire.

Wî herwiha diyar kiriye ku hilbijartina Amedsporê ji bo wî derfetek e ku gavên din ên pêşketina xwe bavêje û di futbolê de navê xwe ava bike.

‘Samuel Eto min dixwaz e!’

Di beşa dawî ya hevpeyvînê de, mijara tîmên neteweyî jî hatiye rojevê. Ballet berê di tîmên ciwanan ên Swîsreyê de lîstiye û dibêje ku Swîsre ji bo wî hîn jî pêşîn e. Lê Federasyona Futbolê ya Kamerûnê jî eleqeya xwe bi wî nîşan daye û danûstandinên bi serokê federasyonê, Samuel Eto’o, re jî hatine kirin.

Amedspor: nasname, girêdan û serkeftin

Hevpeyvîna Samuel Ballet bi Blick re tenê qala destpêka baş a Amedsporê nake. Ew di heman demê de nîşan dide ku klûb çawa ji çarçoveya werzîşê derbas dibe û dibe parçeyek ji nasname û hestên civaka Kurd.

Gotinên Ballet yên li ser mêvanperweriyê, coşa temaşevanan û girîngiya klûbê ji bo gelê Kurd, wêneya tîmekê nîşan dide ku girêdana wê bi alîgirên xwe re ji sînorên stadyûmê wêdetir e.

Çavkanî: Blick, “Samuel Ballet und Amedspor: Kurdischer Klub an der Spitze”, 10ê Cotmeha 2026.

PARVEBIKE