Tirs û Xofa Amedsporê û Nirxandina Maça Dawî
ji bo ku Amedspor tirs û fobiya xwe ya maçên derveyî malê bişkîne, maça li hemberî Gençlerbirligi’yê fersendeke gelekî mezin bû. Hemî merc ji bo Amedsporê guncawbûn ku di vê maçê de bi sê xalan vegere mala xwe. Rahênerê Gençlerbirligiyê tenê rojek berê hatibû li ser peyvira xwe. Gelek lîstikvanên Gençlerbirliğiyê nesaxbûn, kadroya tîmê teng bu. Gençlerbirliği jî di sê maçên xwe yên dawî de serkeftin bi dest nexistibû û di rewşeke ne baş de bû.
Gençlerbirliğiyê, ji destpêka maçê ve valahiyên mezin di beşa yekem a qadê dan Amedsporê. Van valahîyan derfet didan Amedspor ku li qadên fireh bilîze. Her wiha, di navbera beşa yekem a qadê û navenda qadê ya Gençlerbirliği de girêdaneke baş tunebû. Gençlerbirliğiyê ne dikarî lîstika xwe ya bi pasan avabike, ne jî dikarî bi derbasbûneke bilez êrîş bike. Ne ew xwediyê lîstikê bû, ne jî kontrola topê di destê wê de bû.
Dema ku me li tribûnên vala dinêrî, hesteke din çêdibû: Amedspor ne di qadê de û ne jî di tribûnan de wek tîmekî mêvan xuya dikir. Tevî ku hejmara alîgirên Amedspor kêm bûn jî, dengê wan ji dengê alîgirên Gençlerbirliğiyê zêdetir derdiket û atmosfera maçeke derveyî malê ji holê radikir. Hemî şert û merc ji bo Amedsporê guncavbûn ku sê xalan vegere mala xwe lê Amedsporê ew şens bikarneanî. Deplasmaneke wiha careke din ne mimkûne bibe şensê Amedsporê lê Amedsporê ev şens bi destê xwe piştguhkir. diwiya bi sê xalan vegeriyaba lê dawiya dawî bi yêk xalê razîbû û em xemgîn kirin.
Bêguman, li hemberî Gençlerbirliyeke wiha xirab, Amedspor jî ne wekî Amedspora di maçên Beşiktaş, Trabzonspor û Başakşehir de bû. Hin lîstikvan piştî maçên tîmên neteweyî bi westîyayî vegeriyabûn. Hinên din jî ne di roja xwe de bûn. Lê di tevahiya maçê de, li hemberî Amedspor, tîmek ku ji wê xirabtir bilîze tune bû. Ev yek girîng e, ji ber ku dijberê Amedspor di vê maçê de ne di rewşeke baş de bû.
Heke em li ser performansa lîstikvanan biaxivin, Samuel Ballet her çiqasî golek jî avêt û bê dengiya xwe ya golan şikand jî , di gelek pozîsyonan de top winda kirin. Wî dikarî bi pasên rast topê bide hevalên xwe yên ku di pozîsyoneke baş de, lê gelek caran bêserûber bi topê lîst û fersendên guncav bi kar neanîn.
Dia Saba jî, mîna Ballet, di gelek rewşan de li şûna hilbijartina çareseriya rast, biryarên şaş dan. Ev yek bû sedem ku Amedspor ji wan fersendan sûd negire û hejmara golên xwe zêdetir neke.
Bêguman, li gorî maçên berê, kêmbûna hêza laşî ya hin lîstikvanan eşkere bû. Lê li hemberî dijbereke wiha lawaz, tişta ku çîroka maçê diyar kir, biryarên rêveberiya teknîkî ya Amedsporê bûn.
Amedspor heta deqeya 80’yan di pêş dileyîst û bi encama 2-1 pêşeng bû. Lê ji nişka ve, di deh deqeyên dawî de, guherandinên ku ji panîkê dihatin dest pê kirin. Bêguman, di deqeya 85’an de dibe ku hin lîstikvan westiyabin û hêza wan a laşî bi tevahî kêm bibe. Lê ev guherandin bi awayekî giştî wekî biryarên ji panîkê hatine girtin xuya dikirin.
Bi van biryaran, Amedspor deh deqeyên dawî hema bêje eşkere pêşkêşî Gençlerbirliyê kir. Di vê demê de dijber gelek fersend bi dest xistin û yek ji wan jî bû sedema gola duyemîn.
Di deqeya 84’an de Dia Saba ji qadê hat veguhestin. Li şûna wî, diviyabû lîstikvanekî navenda qadê bikeve hundir, lê stoper Miraç Acer hate lîstikê. Piştre, bi nesaxbûna Dellova û ketina Mehmet Yeşil di qadê de, navenda qadê bi rastî hate terikandin û parastin bû pênc stoper.
Lê zêdekirina stoperan ya pênc kesan tu sûd negihand Amedsporê. Gençlerbirliğiyê di deh deqeyên dawî de pênc caran ji aliyê rastê ve bi rehetî gihîşt beşa yekem a qadê û ket pozîsyonên golê. Tevî ku bergirî bû pênc lîstikvan jî, xeletiyên bergiriyê zêde bûn. Bi fikra parastina encamê, panîk çêbû û li pey hev xeletî hatin kirin.
Du deqe berî golê, stoperê Amedsporê bi serê xwe top bi awayekî ku mirov digot wek pasek ji bo lîstikvanê Gençlerbirliyê pêşkêş kir avêt. Her çend ew top ne bûbû gol, lê ji wê pozîsyonê diyar bû ku gol dikare her kêlîyê were.
Piştî deqeya 90’an, di pênc deqeyên zêde de, guherandinên hê xirabtir hatin kirin. Vê carê Krasniqi ji parastina pênc-kesî hate derxistin û li şûna wî Diagne ket qadê. Yanî, Amedspora ku dixwest encamê biparêze, ji nişka ve bi du forvetan vegeriya lîstikê!
Ka em li gola ku ji kornerê hat avêtin binêrin. Berî wê jî stoper top pêşkêşî Gençlerbirliyê kiribû. Di vê pozîsyonê de, divê em li rêzkirina Diagne û lîstikvanên li dora wî jî binêrin. Bi guherandinên ku di heman deqeyê de hatin kirin, Amedspor di kornera yekem de bi rêzkirineke nebaş û şaş gol xwar.
Bi kurtasî, hemî guherandinên ku di deh deqeyên dawî de hatin kirin, hem ji aliyê dema wan ve hem jî ji aliyê hilbijartina lîstikvanan ve şaş bûn.
Mehmet Yeşil di nav du deqeyan de du xeletiyên giran kirin. Ketina Diagne di deqeya 92’an de, terikandina navenda qadê ji dijber re, hiştina topê di destê dijber de û paşvekişîna Amedsporê, ku hema bêje ji topê direvî, hemû nîşanên lîstikeke bi panîkê bûn.
Di encamê de, Amedspor bi biryarên şaş ên rêveberiya teknîkî, bi terikandina navenda qadê û bi paşvekişîneke bêkontrol, serkeftin ji dest da û li şûna sê xalan bi yek xalê razîbû.
