Duhok Spor piştî demekî dirêj gihişt miraza xwe ya 3 xalan!
Tîma başûrê Kurdistanê Duhok Spor di gera nehê ya Lîga Stêrkên Îraqê de, li hember Al-Zawraa SC bi encama 3–0 bi ser ket û serkeftineke girîng bi dest xist.
Duhok Sporê bi awayekî xurt dest pê kir û di deqeya sêyemîn de bi riya Aso Rostem gola yekem avêt. Bi vê golê re, Duhok Sporê destpêka maçê bi awayekî baş nirxand û zexta xwe li ser dijber domand.
Di destpêka nîvê duyemîn de, di deqeya 49an de, Yûnis Hemûd gola duyemîn tomar kir. Duhok SC bi vê golê re avantaja xwe zêde kir û Al-Zawraa SC di rewşeke dijwar de hişt.
Di deqeya 81an de Aso Rostem careke din top xiste torê û gola xwe ya duyemîn a maçê avêt. Bi vê golê re, Duhok SC serkeftina xwe bi encama 3–0 temam kir.
Ev encam ji bo Duhok SC serkeftineke girîng e, bi taybetî li hember tîmeke ku di futbola Îraqê de xwedî dîrok û ezmûneke mezin e.
Duhok Spor dê hewl bide ku di maçên pêş de jî vê performansa xwe biparêze û di tabloya lîgê de pêş bikeve.
Duhok Spor niha bi 12 xalan (Puanan) rêza heftemîn a lîgê de ye.
