Amedspor di xuleka dawî de du xal ji dest dan: 2-2
Amedspor li derveyî malê du caran pêş ket, di deqeya 90+3 de gol xwar û li hemberî Gençlerbirliyê bi encama 2-2 hefteya heftemîn girt.
Amedspor di hefteya heftemîn a Lîga Superê ya Tirkiyeyê de li Stadyuma Eryamanê li hemberî Gençlerbirliyê lîst. Maç bi encama 2-2 qediya. Tîma Amedê ku heta deqeyên dawî hêvî dikir bi her sê xalan vegere, di deqeya 90+3 de gol xwar û yêk xalê razî bû.
Dia Saba Amedspor pêş xist
Di deqeya 25’an de, piştî ku Orban di nav qada cezayê de bi derbeya golparêzê Gençlerbirliyê ket erdê, dadwer penaltî da Amedsporê. Dia Saba penaltî kir gol û tîma xwe bi 1-0 pêş xist. Yekem nîva maçê bi vê encamê qediya.
Gençlerbirliyê, di xuleka 54’an de bi gola Rafael Luis bersiv da û encam kir 1-1.
Lê Amedspor zû bersiv da. Di deqeya 68’an de, piştî ku şûta Krasniqî ji stûnê vegeriya û Raveloson top derxist, Samuel Ballet top şand tora dijber û Amedspor careke din bi 2-1 pêş ket.
Gol di xuleka 90+3 de
Di xuleka dawî de Gençlerbirliya ji bo bidestxistina xalekê zexta xwe zêde kir. Di deqeya 90+3 de, piştî topa ji kornerê hatî avêtin, Thalisson bi serê xwe top şand tora Amedsporê û encam kir 2-2.
Bi vî awayî, Amedspor ku du caran pêş ketibû, di deqeyên dawî de fersenda serkeftinê winda kir.
Amedspor gihîşt 14 xalan
Bi vê encamê re Amedspor xala xwe kir 14 û bi maçek zêdetir bi demkî daket rêza duyemîn a lîgê. Gençlerbirliya jî xala xwe gihand 8’an.
Amedspor di hefteya bê de dê li hemberî Konyasporê li malê bilîze. Gençlerbirliya jî dê li hemberî Galatasarayê derkeve qadê.
