nûçe

Dia Saba ji medyaya Îsrailê re axivî: Motîvasyonek neteweyî di Amedsporê de heye’

Stêrka Amedsporê behsa atmosfera futbolê li Amedê, evîna alîgirên tîmê û hêza nasnameya Kurdî kir.

Yarîzanê (Fûtbolvan) Amedsporê Dia Saba di podcasta Îsraîlî The Podium de li ser serpêhatiya xwe ya li Amedê, girîngiya alîgirên tîmê û atmosfereke ku dibêje di tu cihê din de wisa nedîtiye, axivî.

Saba dibêje ku futbol li Amedê tenê werzîş nîne; ew bûye beşeke girîng a jiyana rojane ya gel. Li gorî wî, jin, zarok û mezin hemû bi futbolê re dijîn û eleqeya wan ji bo Amedsporê pir mezin e.

“Li Amedê futbol bi awayekî şêtane tê şopandin!”

Saba bal kişand ser eleqeya bêhempa ya gel ji bo futbolê. Ew dibêje ku evîn û eleqeya alîgirên Amedsporê di jiyana rojane de jî tê xuyakirin.

Wî got ku dema diçe xwaringehekê an derdikeve nav gel, gelek kes dixwazin wêneyekê bi wî re bigirin. Ev eleqe, her çend carinan jiyana wî ya rojane zehmet dike, lê di heman demê de jê re çavkaniyeke motîvasyonê ye.

Li gorî Saba, atmosfer û evîna alîgirên Amedsporê bi peyvan nayê ravekirin.

Alîgirên Amedsporê di nav sê komên herî baş de ne

Saba di axaftina xwe de pesnê alîgirên Amedsporê da û wan di nav sê komên alîgirên herî baş ên Tirkiyeyê de nîşan da.

Wî bal kişand ser girêdana tîmê bi gelê Kurd û got ku dema Amedsporê dilîze, mirov hest dike ku piştî tîmê hêzeke pir mezin heye.

“Ez hîs dikim ku pişt me hesteke neteweyî heye.” Ev yek ji wan gotinên Saba bû ku girîngiya piştgiriya alîgirên Amedsporê nîşan dide.

Wî herwiha got ku dema diçe Stenbolê jî gelek kes nas dikin. Li gorî wî, li her derê Kurd hene û gelek ji wan ji Amedsporê hez dikin.

“Ez her kuçe û qadê de xwe baştir nîşan didim”

Futbolvanê Amedsporê di derbarê performansa xwe de jî axivî. Saba dibêje ku dema di maçên girîng de dilîze an jî ji bo cihên jor ên lîgê têdikoşe, zêdetir zextê hîs nake.

Li gorî wî, dema lîstikvan baweriya rahênerê xwe û piştgiriya alîgirên xwe hîs dike, dikare jêhatîbûna xwe baştir nîşan bide.

Saba herwiha behsa têkiliya xwe ya baş bi rahênerê tîmê kir û got ku baweriya rahênerê wî bi jêhatîbûna wî re roleke girîng dilîze.

Pîrozbahiyên şampiyoniyê yên ku nayên jibîrkirin

Saba di derbarê pîrozbahiyên şampiyoniyê de jî got ku ew ji wan bîranînên herî balkêş ên dema wî ya li Amedê ne.

Wî behsa kolanên tijî gel, fişekên rengîn û şahiyên mezin kir. Li gorî gotina wî, di pîrozbahiyan de nêzîkî 2,5 milyon kes hebûn. Ev hejmar ji aliyê Saba ve di podcastê de hat gotin.

Futbolvanê Amedsporê dibêje ku ev coş û şahî di medyaya civakî de jî bi awayekî berfireh dihatin parvekirin.

“Li Amedê nefretê hîs nakim”

Saba herwiha behsa nasnameya Kurdî û muameleya ku Amedsporê di derveyî malê de rû bi rû dimîne kir.

Wî got ku li Amedê tu caran hest nekiriye ku mirov ji ber nasnameya xwe rastî nefretê tê. Lê li gorî wî, dema tîm diçe dijî hin tîmên din bilîze, carinan ji ber ku lîstikvan Kurd in, rastî helwestên neyînî tên.

Armanca Amedsporê di lîgê de çi ye?

Saba di derbarê armancên Amedsporê de jî nirxandinek kir. Li gorî wî, ji ber ku tîm di qonaxeke avakirina xwe de ye, qedandina sezonê di rêza pêncan an şeşan de dê encameke serkeftî be.

Wî herwiha behsa atmosfera baş a di hundirê tîmê de kir û got ku tevî guhertinên mezin ên di kadroyê de, yarîzanan di navbera xwe de girêdaneke baş ava kirine.

Saba got ku di tîmê de atmosfereke malbatî heye û ew bi hevalên xwe yên tîmê re baş li hev tê.

Yarîzanê Amedsporê herwiha di derbarê jiyana malbatî de got ku malbata wî li Dubayê dijî û ji ber karê futbolê ne hêsan e ku ew demeke dirêj ji wan dûr bimîne. Wî diyar kir ku dixwaze jiyana zarokên xwe ya li wir ne guherîne.

Saba got ku dema hat Amedsporê, plan kiribû ku du salan li wir bimîne, lê di futbolê de mirov nikare pêşerojê bi temamî pêşbîn bike.

Çavkanî: Podcasta The Podium ya li Îsraîlê. Ji bo amadekirina vê nûçeyê, mijar û gotinên ku di derbarê axaftina Dia Saba de hatine weşandin, bi şêwazeke nû ya Kurmancî hatine rêzkirin.

PARVEBIKE