Du tîmên Bakurê Kurdistanê îro ji bo Kupayê derdikevin yarîgehê
Di Kupaya Ziraat a Tirkiye de ji bo qonaxa duyemîn, îro du tîmên Bakurê Kurdistanê, Agirî Spor ( Ağrı 1970 SK) û Zap Spor ( Hakkari Zap Spor) derdikevin qadê û ji bo derbasbûna qonaxa sêyemîn dê bileyîz in.
Zap spor-Adana Demirspor
Zapspor îro li mala xwe mêvandarê Adana Demirsporê ye.
Maç li Qada Merzanê a Cûlemergê dê saet 14.00an dest pê bike. Zapspor di qonaxa yekem de Cizre Belediyespor têkbirî bû û niha jî dixwaze Adana Demirsporê jî bi piştgiriya alîgirên xwe têkbibe û derbazî qonaxa sêyemîn bibe.
Agirî spor 1970 li Niğdeyê re dileyîz e

Ağrı 1970 Spor jî îro dê li derveyî malê derkeve qadê. Rikberê wê Niğde Belediyespor e.
Maç li Niğdeyê stada 5’ê sibatê (5 Şubat Stadı) dê saet 14.00an dest pê bike. Ji ber ku ev qonax bi yek maçê û rêbazê eliminasyonê tê lîstin, tîma ku îro serkeftî bibe dê rasterast derbasî qonaxa sêyemîn a kupayê bibe.
Herdu maç di saet 14.00an de dest pê dikin û tîmên serkeftî dê rasterast bilind bibin qonaxa sêyemîn a Kupaya Ziraat Tirkiye.
