Barselona Li Benda Cezayeke Giran e!
Barcelona li benda cezayeke giran e
Dosyaya Negreira careke din tê rojevê. Real Madridê dosyaya derbarê Barcelona de ku nêzî 50 hezar rûpel belge, delîl û daxuyaniyan dihewîne, şandiye UEFAyê. UEFA’yê jî ragihand ku belgeyên nû gihîştine destê mufetîşên Etîk û Disîplînê û dê di çarçoveya lêkolîna berdewam de bên nirxandin.
Doza Negreira bi pereyên ku Barcelona di navbera salên 2001 û 2018an de daye José María Enríquez Negreira, cîgirê berê yê Komîteya Dadweran a Spanyayê, ve girêdayî ye. Li gorî raporên çapemeniya ewropî, Barcelonayê di vê serdemê de bi giştî nêzî 8,4 milyon euro daye şirketên girêdayî Negreira. Barcelona heta niha dibêje ku pere ji bo rapor û analîzên teknîkî yên dadweriyê bûn e.
Ji bo Barcelona xeteriya herî mezin,’dûr xistina ji lîgên ewropa’ ye
Li gorî rêziknameya UEFAyê ya 4’min, heke sûç were tesbîtkirin ku Barselonayê hewl daye encama maçekê bandor bike an rêza pêşbaziyê biguhezîne, UEFA dikare tîmê ji pêşbirkên Ewropayê dûr bixe.
Ev tê vê wateyê ku heke UEFA bi encama lêkolînê bigihîje wê baweriyê ku binpêkirinek girîng hatiye kirin, Barcelona dê Lîg û pêşbirkên din ên Ewropayê bêpar bimîne. Lê heta niha tu cezayek nehatiye dayîn û lêkolîn hîn berdewam e.
Barcelona jî dibêje ku UEFA’yê dosyaya nû venekiriye; li gorî rêveberiya tîmê, lêkolîna ku di sala 2023an de dest pê kirî, qet nehatiye girtin û belgeyên Real Madrid dê di heman lêkolînê de bên nirxandin.
Niha hemû çav li UEFA ye: 50 hezar rûpel belge dê çi encamê ji bo Barcelona bîne?
