Batman Petrolspor li Kayseriyê yek puanê zivirî
Vê nûçeyê bibihîze
Di Lîga 1emîn de tîma Bakurê Kurdistnanê Batman Petrolspor û Kayserîspor 2-2 wekhev man.
Tîma Êliha Bakurê Kurdistanê Batman Petrolspor di hefteya 11an de bû mêvanê Kayserisporê.
Batman Petrolspor deqeya 2yan bi gola Gokhan Altiparmak 1-0 ket pêş.
Kayserisporê deqeya 71ê bi penaltiya Florent Hasani wekhevî bi dest xist.
Hasani deqeya 82yan careke din gol avêt û tîma xwe 2-1 xist pêş.
Batman Petrolsporê deqeya 87an bi gola Yasir Subaşi skor kir 2-2.
Batman Petrolsporê bi vê wekheviyê puanê xwe derxist 20î û rêza 4an de cih girt.
Karta sor ji bo Selçuk Şahîn
Rahênerê Batman Petrolsporê Selçuk Şahîn deqeya 87an karta sor dît û ji qadê hat derxistin.
