Fûtbolnûçe

Federasyona Fûtbolê Ji bo Amedsporê Cezayê giran birî.

Piştî maça Beşiktaşê cezayê giran hate birîn.

PFDK’ê piştî maça Amedspor-Beşiktaşê ku di 20ê Îlonê de li Diyarbekirê hate lîstin, Amedspor bi gelemperî 2 milyon û 542 hezar û 500 lîre ceza kir.

PFDK’ayê di biryara xwe de amaje kir ku Amedsporê: Ji ber alîgirên bê bilêt, bûyerên li qadê, arîşeya pergala avdaniyê , rûniştin û rê girtina li ser derenceyan û tevgera ji ‘dûrî sportmenîya tîmê’ hatiye cezakirin.

Herwiha, ji bo gelek alîgiran jî sedema ‘dirûşmên bê rêz û êrîşane’ ceza hat birîn ku kartên wan yên passoligê bloke bikin.

Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi jî ji bo yek maça fermî qedexeya derketina li yarigehê û 100 hezar lîre ceza wergirt.