Silav!
Cîlo TV li vir e!
Ji bavê Adem û diya Hewa heta Geliyê Sîlîkonê; ji atolyeya pêkersaziyê ya Hûriyan heta çiyayên Zagrosê…
Cîlo bi çîrokeke biçûk dest pê kir. Îro em gav bi gav mezin dibin.
Niha Cîlo TV û cilotv.com li ser werzîşê, bi taybetî futbolê, hûr dibin. Amedspor, Wanspor, Mêrdînspor, Batman Petrolspor û hemû tîmên herêmê; lîgên Kurdistanê û Ewropayê, lîstikvan, taktîk, nûçe û çîrokên li pişt futbolê…
Em tenê li dû topê naçin. Em li dû çîroka mirovan, tîmên wan û cihê werzîşê di civakê de jî ne.
Em ne îdia dikin ku hemû tiştan dizanin. Em jî digel we hîn dibin, dipirsin û pêşde diçin.
Ji ber vê yekê Cîlo hîn biçûk e. Lê armanc mezin e.
Gav bi gav. Maç bi maç. Çîrok bi çîrok.
Cilotv.com vebû!
Ji îro û pê ve, cilotv.com li benda hemû hezkiriyên werzîşê yên Kurd e.
Li vir hûn dikarin nûçeyên werzîşê bi Kurdî bişopînin, li ser maçan bixwînin, analîz û nirxandinên me bibînin û çîrokên tîm û lîstikvanên Kurd bişopînin.
Em dixwazin cilotv.com bibe navendek ji bo hezkiriyên werzîşê yên Kurd — cihê ku em lê werzîşê bi Kurdî dişopînin, diaxivin û digel hev hîn dibin.
Cîlo hîn di destpêkê de ye. Em ê gav bi gav mezin bibin.
Tu jî were, em li vir in.
Cîlo TV – Ziman, Ronahî, Jiyan.
Macîd Soreyî
