Ji bo piştgiriya Amedsporê li Stenbolê şevek taybet tê amadekirin!
Amedspor ji bo piştgiriyê li Stenbolê şevek amade dike
Amedspor dê di 8ê Cotmehê de li Stenbolê “Şeva Hevgirtina Amedsporê” li dar bixe. Li gorî agahiyan, li vê şevê nêzî 400 mêvan dê beşdar bibin.
Amedspor ji bo bihêzkirina saziya klûbê û piştgiriya armancên wê yên demdirêjî, dê li Stenbolê şevek taybet a hevgirtinê organîze bike.
Klûbê di daxuyaniya xwe de got ku Amedspor bi ked û têkoşîna salan mezin bûye û îro ji bo armancên mezintir dimeşe. Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca sereke ya vê şevê bihêzkirina avahiya sazî ya klûbê û afirandina bingehek domdar a piştgiriyê ji bo pêşeroja Amedsporê ye.
Li gor daxuyaniya rêveberiya Amedsporê, di şevê de hunermend jî dê hebin û nêzî 400 kes dê beşdarî bernameya piştgiriyê bibin.
Komîteya amadekariyê hat diyarkirin
Ji bo amadekarî û koordînasyona şevê, komîteyek hat avakirin. Di vê komîteyê de endamê Encûmena Şêwirmendiyê û serokê DİMDERê Aziz Elaldı, endama Encûmena Şêwirmendiyê Defne Eyübi, serokê Tekstil OSB Sezai Ayas, serokê GÜNTİADê Şeref Gökçe, endamê Encûmena Şêwirmendiyê Süleyman Yıldırhan, endamê Lijneya Rêveberiyê Melih Nazlıcan û Talip Sümbül cih digirin.
Amedspor bang li hemû kes, sazî û karsazên ku ji klûbê re dilovan in kir ku beşdarî vê hevgirtinê bibin.
Amedspor ragihand ku agahiyên berfirehtir ên derbarê bernameyê, beşdarbûnê û rêxistina şevê dê di rojên bê de ji raya giştî re bêne ragihandin.
Şeva Hevgirtina Amedsporê dê di 8ê Cotmehê de li Stenbolê pêk were.
