nûçe

Hişyariya Ajalên Birîndar!

Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi, berî maça dijwar a ku dê li derveyî malê li hemberî Samsunsporê bilîzin, di civîneke çapemeniyê de daxuyaniyên pir balkêş dan. Hasi bal kişand ser rîskên vê maçê û hişyariyeke tund da lîstikvanên xwe da ku reqîbê xwe piçûk nebînin.

“Samsunspor Mîna Ajalekî Birîndar e”

Besnik Hasi diyar kir ku guhertina rahênerê Samsunsporê û lîstina wan a li qada xwe dê motîvasyoneke mezin bide wan. Hasi ji bo reqîbê xwe şibandineke balkêş bikar anî û got:

Samsunspor dê bi rahênerê xwe yê nû û li mala xwe derkeve qadê. Ew niha mîna ajalekî birîndarin û ajalên birîndar herî xeternak in, ji ber ku dikarin bêtir we gez bikin! Bala me sedî sed tenê li ser vê maçê ye.

“Plansazîyên Dirêj Di Futbolê De Nayên Kirin”

Rojnamegran pirsa maçên pêşiya wan jî ji Hasi pirsîn. Wî destnîşan kir ku di futbolê de, bi taybetî jî li Tirkiyeyê, plansazîyên demdirêj ne minkûn in. Hasi got: Galatasaray tîmeke mezin e, lê pêşiya me maçên Samsunspor û Eyüpsporê hene. ber vê yekê ez niha tenê û tenê li ser maça Samsunsporê difikirim û em maç bi maç pêşve diçin.

PARVEBIKE