Ronaldo ji kampê derket! Di navbera wî û Jorge Jesus de çi heye?
Ronaldo ji kampa tîma neteweyî a Portekîzê veqetîya!
Cristiano Ronaldo, berî maça Portekîzê ya li dijî Danîmarkayê, ji kampa tîma neteweyî derket.
Ronaldo di maça dawî de li hember Norwêcê berdesk/yêdek ma û heta deqîqeya dawîyê jî di klûbeyê de rûniştîbû. Piştî yarîya Norwêcê bi tîmê re derneket rahênanên/antremanên amadekariya yarîya Danîmarkayê.
Rahênerê nû yê tîma neteweya Portekîzê Jorge Jesus ragihand ku Ronaldo dê li dijî Danîmarkayê jî berdesk/yêdek be. Piştî vê daxuyaniyê, Ronaldo bi serokê Federasyona Futbolê ya Portekîz re axivî û biryar da ku kampê terk bike.
Ronaldo di Instagramê de nivîsand ku “Gava wext tije bû ez ê her tiştê bi zelalî parvebikimi”
Ji aliyê din ve, Jorge Jesus got ku di navbera wan de “ti bûyerê tune ye”.
Niha pirs ev e: Ronaldo dê kengî vegere tîma neteweyî û ev nakokî dê çawa biqede?
